Bûyerpress
Li hawîrdorê bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de şer berdewam e.
Li Taxa Nezlit Elşihadê ku dikeve başûrê bajêr, piştî şerekî giran HSDê karî li wê taxê bi pêş ve biçe û 7 çekdarên DAİŞê bikuje.
Di heman demê de li taxên Hîşam Bin Ebdulmelik, Berîd, Reqaya Kevin û Rewda jî şer didome û li gorî ku hat ragihandin, ji encama şerê duh 29 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.