Bûyerpress_Hesekê
Ji ciwantirîn xaniyên taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê bû. Dîroka avakirina wî vedigere 60 sal berê û xewxaneya bajêr bû; îro wekî kavilekî kevanr tê xuyakirin, lê hîn jî Şukriya Xan bi dilgermî tê de dijî.
Dayê Şukriya ku bi temenê xwe 80salî ye, dibêje ku ji beriya 60 salan wê û hevjînê xwe yê bi navê Ebdela, ev xênî ji kelpîç, qesel û daran ava kiriye û li ser 12 odeyan veqetandiye.
Ne tenê xênî yê Şukreya û Ebdela bû, lê bi sedan ji mêvan û rêwîyan lê mane, ji vê yekê dayê Şukriya wisa dibêje” Me odeyên xwe didan bi kirê.Piraniya kirêdarên me Êzidî, Kurdaxî û Turkmen bûn û me ode bi 8 lîreyan dida bi kirê”
Her çi qas Şukriya Xan girêdayî xêniyê xwe ye jî, lê yek ji serpêhatiyên herî tarî di vî xêniyê wê de qewimiye û tu caran ji bîra wê naçe, der barê serpêhatiyê Şukriya dibêje” Bîranîneke min a tarî bi bîra xênî re heye, keça min a ku temenê wê 3 sal bû, di bîr wer bû û fetisî”
Rast e ku bîra xênî jiyana keça Şukriyayê bi dest xwe ve bir, lê berevajî wê jî hetanî roja îroj xelkên taxê ji xweşiya avê ewê bîrê bê par nemane.
Peyamnihêrên Bûyer
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan