Bûyerpress
Di rojeke wekî îro de ji sala 2009’an, Hunermendê Kurd ê navdar Aram Dîkran li welatê Yûnanê jiyana xwe ji dest da.
Aramê Dîkran bi aslê xwe Ermenî bû, lê tebîniya bavê wî ew bû ku kurê wî xizmeta doza Kurdî bike û biratiya Kurd û Ermenan xurt bike.
Dîkran tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta hunera Kurdî terxan kir, zêdetir ji 230 sitranên wî yên bi zimanê Kurdî hene, ew yekem hunermend bû ku sitranek di pesnê zimanê Kurdî de got.
Aramê Dîkran, di sala 1934’an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûbû.