Bûyerpress_Dengê Emerîka
“Nobeta Wîjdan û Edaletê” ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 25’ê Tîrmehê de li Amedê dabû destpêkirin, qonaxa xwe ya li Stenbolê jî bi dawî kir.
Parlementerên HDP’ê, ku di nobetê de cih digirin: Osman Baydemîr, Adem Geverî, Dîlek Ocalan û Meral Daniş in, û biryara pê heye ku îro Sêşemê li Wanê dest bi nobetê bikin.
Nobeta Wanê dê 6 rojan bidome û paşê dê li Îzmîrê nobet were girtin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku, hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş tevlî 10 parlementerên HPDê aniha di zindanê de girtî ne.