Bûyerpress
Komîteya Pêjiyaniyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Bajarê Dêrikê, bi qasî 1000 kîloyî ji xwarin û kel û pelan ji dikanên bajêr desteser kir.
Li gorî malpera fermî ya Desteya Şaredariyan, Komîteya Pêjiyaniyê piştî şopandin û lêgerîneke xwe ya li ser navend û dikanên bajarê Dêrikê, bi qasî 1000 kîloyî tiştên xwarinê yên dema wan bihurî desteser kirin, û li sergoya Çilo pûç kirin.
Berpirsyarê Komîteya Pêjiyaniyê Ridwan Umer da zanîn ku gerên wan ên şopandinê her berdewam in.