Bûyerpress_Hawar
Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku bi tenê Meclisa Leşkerî û Rêveberiya Sivîl a Minbicê nûnertiya bajêr dikin û got ku ti rastiya radestkirina bajar ji rêjîma Sûrî re nîne.
Di daxuyaniyeke xwe de ku li ser malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat belavkirin, Derwîş got ku: ″Kesên ku germahî di hembêza rêjîmê de dîtin û tevlî hemû kiryarên wê yên li dijî gelê Sûryê bûn, bila her li wir bin.″
Her wiha Derwîş tekezî li ser wê yekê kir ku ti saziyên rêjîma Sûrî di Minbicê de tune ne.