Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û DAİŞê de didomin.
Li taxa Nezlet Şihadê ku li başûrê bajarê Reqayê ye, şerekî giran di navbera HSDê û DAİŞê de rû da, û taximên taybet ên girêdayî HSD, karîn bi dehan ji sivîlên dorpêçkirî yên li wê taxê rizgar bikin.
Hevdemî wê li hemî taxên dorhêla bajêr şer berdewam e û HSDê gelek xalên nû kontrol kirine.