Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn” Asayîşa Rojava”, duh Yekşemê, perwerdeya 38 berpirsyarên Ewlekariya Rêbendan bi dawî kir.
Li Ekademiya Ewlekariya Rêbendan (Emin Hewaciz) a li bajarê Qamişlo û bi navê Dewreya Ş.Ehmed Salih, piştî domana 10 rojan ji perwerdeyê, gereke nû ya berpirsyaran qediya.
Ewlekariya Rêbendan, şaxek e ji Hêzên Asayîşa Rojava, û sitûbariya wê şopandin û sazûmankirina rêbendan e.