Bûyerpress_Dengê Emerîka
Wezareta Ragihandinê ya Israyîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ofîsa El-Cezîre ya li wî welatî bigire.
Wezîrê Ragihandinê Ayoub Kara diyar kir ku dê nasnameyên medya yên nûçegihanên El-Cezîre betal bikin. Bi betalkirina nasnameyan re, nûçegihan nikarin li Israyîlê bixebitin.
El-Cezîre jî diyar kir ku Israyîlê bo girtina ofîsên kanalê yên bi Erebî û Îngilizî dest bi xebatan kiriye.
Serokwezîrê Israyîlê Benyamîn Netanyaho, heftaya borî bo girtina ofîsên El-Cezîre gef xwaribûn. Netanyahu diyar kiribû ku ‘’El-Cezîre tundûtûjiya li Qudsê gur dike’’
Urdun û Erebîstana Saudî, ofîsên El-Cezîre, ku navend li Qatarê ye, girtibûn. Kanal û malperên El-Cezîre li Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê qedexe ne.
Her çar dewlet, Qatarê bi piştgiriya terorê tawanbar dikin û li dijî wê ambargo ragihandine.