Bûyerpress_Dengê Emerîka
Piştî 6 rojan ji girtina rêya di navbera Kantona Efrîn û bajarê Helebê de, dîsa rê li hember çûn û hatina welatî û erebeyan hate vekirin.
Rêya ku ji alîyê komikên bi ser rejîma Sûrî ve li bajarokên Nibul û Zehra hatibû girtin, roja Şemiyê piştî navbênkariyeke rûsipîyan di navbera karbidestên Efrînê û her du bajarokan de hate vekirin.
Sedema girtina rê ew bû ku çênabe maşîne û erebeyên bê numre derbasî kantonê bibin, û divê ew numreya Efrînê ji kargêrîya veguhastinê werbigirin.