Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş”, duh Çarşemê li bajarê Qamişlo, komikeke diz û dekbazan desteser kir.
Di operasyoneke xwe de ku çend rojan dom kir, Hêzên Asayîşê karîn wê komikê desteser bike.
Li gorî ragihandina Asayîşê, ev komik ji 8 kesan pêk tê û tiştên ku ji wan hatîn desteserkirin, ev in: otombîlên nû, amûrên elekitronî, mobayl, zêr, şeşber û demançe û 1642600 L.S