Bûyerpress
Li devera Hod Yermûk a girêdayî bajarê Der’ayê, Hêzên Hevpeymana Navdewletî xal û baregehên DAİŞê topbaran kir û ji encamê hejmarek ji çekdar û fermandarên rêxistinê hatine kuştin.
Li gorî dezgehên ragihandinê, firokeyên Hevpeymanê di 24 demjimêrên çûyî de, bi awayekî berfireh baregehên DAİŞê li Sûrî û İraqê topbaran kirine
Di daxuyaniya Hevpeymanê de hat ku wan 9 derbe li Dêra Zorê, Bûkemal û Reqayê pêk aniye.