Bûyerpress
Li hawîrdorê bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk (HSD) û rêxistina DAİŞê de şer didome.
Li taxa Nezlet Şihadê ku dikeve başûrê bajêr, duh Înê şerekî giran li wê taxê rû da, ji encamê hêzên HSDê karîn bi pêş ve biçin û çend xalên nû bêxin jêr kontrola xwe.
Ji encama şerê duh, 15 çekdarên DAİŞê hatin kuştin û 100 welatiyên sivîl hatin rizgarkirin.