Bûyerpress
Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku duh Çarşemê Balyozxaneya wan a li Şamê bi hawinan hatiye topbarankirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsî, du avêjtokên hawinê ketine sînorê Balyozxaneya Rûsyayê û du avêjtok jî li nêzîkî balyozxaneyê teqiyan.
Hat ragihandin ku di êrişê de ti zirar negihiştiye canê ti kesî.
Li gorî heman daxuyaniyê, jêdera topbaranê ji heremên kontrola çekdarên rikberiyê ye.