Bûyerpress
Êzgeheke welatê Siwêdê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, hin çekdarên DA’İŞê li Reqayê desteser kirine û texmîn hene ku ew çekdar welatiyên Siwêdî û welatên bakurê Ewropayê bin.
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd di axaftineke xwe de ji radyoya Siwêdî re tekez kir ku Reqa ji hêla HSD’ê ve dorpêçkirî ye û rêyên revê li pêş çekdarên DA’İŞê tune ne.
Rojnameyeke Siwêdî jî ragihandibû ku derdora 80 çekdarên DA’İŞê ku aniha li Reqayê di bin dorpêçê de ne, welatiyên Siwêdî ne.