Bûyerpress
Desteya Birêvebir a Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûryê, di civîneke xwe de biryar da ku Siyamend Haco ji serokatiya Şepêlê were rawestan.
Duh Sêşemê di daxuyaniyeke xwe de, Desteya Birêvebir a Şepêlê biryara derkirina Siyamend Haco da, û li gorî daxuyaniya Şepêlê sedema derkirina wî ew e ku axaftinên deraqil di heqê Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî de dane, her wiha pabendî bi biryarên ENKS’ê nekiriye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ku Haco rêzderiyên mezin kirine û bi tena xwe konfransek bi navê şepêlê li Herêma Kurdistanê li dar xistiye.