Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD′ê li rojava û başûrê bajarê Reqayê xalên nû diêxe jêr kontrol xwe û ji navenda bajêr nêzîk dibe.
Duh Sêşemê hêzên HSD’ê li taxa Elberîd ku dikeve rojavayê bajêr, bi pêş ve çûn û ji avahiyên hikûmî nêzîk bûn.
Di heman demê de li başûrê bajarê Reqayê, li taxa Nezlet Şihadê di navbera HSD ‘ê û DA’İŞê şerekî tund rû da, HSD’ê karî bi pêş ve biçe û miqdarek ji cebilxaneya DA’İŞê desteser bike.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, ji encama şerê duh, zêdetir ji 15 çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.