Bûyerpress
Meclisa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryayê, li ser qanûna dabeşkirina birêvebirî li deverên Rojava û Bakurê Sûryayê ku di civîna 3’yemîn de hatibû destanîşankirin, erê kir.
Qanûna ku li serê hatî erêkirin 4 şax û 9 bendan vedihewîne, û li gorî qanûnê dê deverên Rojavayê Kurdistanê bibin 3 herêm û 6 kanton, ew jî:
Herêma Cizîrê ku Kantonên Qamişlo û Hesekê digire xwe.
Herêma Feratê ku Kantonên Koban û Girê Sipî digire xwe.
Herêma Efrînê ku Kantonên Efrîn û Şehbayê digire xwe.