Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arintş roja Duşemê, ji rojnamevanan re li Enqere got: ʺ Turkiya komkujiya Israyîlê derheqê gelê Filestînê şermezar dikeʺ û ragihand ku wê reşgirêdan sê rojan li Tirkiyê berdewam be ji sibeha roja Sêşemê de.
Cîgirê serokwezîr berdewam kir ku Turkiya helwestek derbarî êrîşên Israyîlê standiye û ew alîgirê dadmendiyê ne, ne alîgirê hêzê ne.