Selman Elfarisî waliyê Mûsilê yê ji hêla DAIŞ ve hatiye danîn, got ku hezar dînarê Iraqî (450 dolar) cizya her malbateke xiristyanî li Mûsilê ye.
Piraniya malbatên Xristyanî ji bajarê Mûsilê reviya bûn, piştî dema ku DAIŞ dabû wan di daxuyanekê de bi dawî bû, li gor wê daxuyanê divê xristyan bibin Misilman yan baceyê bidin DAIŞê û eger yek ji herdiwan nekirin û ji bajar bê dirav û arziyên xwe dernekvin, wê şûr di navbera wan û DAIŞ de be li gor daxuyanê.