Mela Elî, Kelekî îdîa kir ku bi rêya Qur’an û hedîseyên Pêxember dikare karê pijîşkî bike û bi dehan nexweşiyên metirsîdar wek Kanser, AIDS û Şekir çareser kirine. Herwiha diyar kir ku bi rêya Qur’anê dikare di pênc mehan de bi tevahî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî baş bike.
Mela Elî Kelek li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Ji min re dibêjin mamosta tu çima çareseriya vê hemû xelkê dikê û ya Mam Celal nakê? Min berê li ser vê rûpelê belav kiribû ku amade me bi izna Xwedê nexweşiya birêz Mam Celal çareser bikim, bi hêviya Xwedê di hundirê pênc mehan de çareser bikim, lê qismet wiha bû, lihev nehat, birin Elmanya û perene zêde xerc kirin.
Derbarê nexweşiya Mam Celal jî, Mela Elî wiha dibêje: ‘’Niha jî bi tevahî hizra wî nehatiye ser xwe ji ber krîza mêjî û dil derbas kiriye, nezîf çêbûye, mêjî û dil rûbirûyê jibîrkirinê dike, aliyekî laşê wî sist e, doktorên li Elmanyayê çareseriya tam jê re nekirine. Lê li ba Qur’ana pîroz û Tiba Nebatî çareserî gelekî hesan e, dîsan dubare dikim bê beramber ji bo Xwedê di hundirê 5 mehan de çareser dikim înşelleh.
Mam Celal roja 17.12.2012’an li bajarê Bexdayê piştî civîneke çend demjimêran ligel Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî, krîza mêjî derbas kir û nexweş ket, piştî du rojan li nexweşxaneyeke Bexdayê ma, bo nexweşxaneyeke Elmanya hat veguhestin. Herwiha berî çend rojan bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê vegeriya Kurdistanê.
Jîder: BasNews