Bûyerpress
Meclisa Sûryaya Demoqratîk MSD’ê der barê rûnivîsa Itîlafa Rikberiya Sûrî ku tê de doz dikir YPG’ê têkeve lîsteya terorê, MSD’ê duh Duşemê daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku ev karê Îtîlafê ehmeqî ye û diyar dike ku Îtilaf jî hemfikir e bi DA’İŞê re.
Her wiha MSD’ê di daxuyaniya xwe de got ku ew ê berdewam bin bi hevkariya li gel Hevpeymanê û şerê li dij terorê.
Di dawiya daxuyaniyê de MSD’ê tekez kir ku ew baweriyê bi doza gelê Kurd tîne ku mafên xwe di çaroveya Sûryayeke federal de bi dest bixe.