Bûyerpress
Duh Duşemê Li başûrê bajarê Reqayê Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê, xala Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hişam Bin Ebudlmelek kontrol kir.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, xala Ewlekariya Siyasî ku ji 4 avahiyan pêk tê, piştî şerekî giran di navbera HSD’ê û DA’İŞê de hat kontrolkirin û ji encamê 9 çekdarên DA’İŞê hatin kuştin.
Hevdemî wê, li hawîrdorê bajarê Reqayê şer û pevçûn berdewam in.