Bûyerpress_Dengê Emerîka
Li jêr durişma “Nobeta Wîjdan û Edaletê”, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ev hefteyek e ku sekna xwe li bajarê Amedê didomîne û biryar pê heye ku heman Nobet îro 1’ê Tebaxê li Stenbolê jî were lidarxistin.
HDP îro li Stenbolê li Parka Yagurtçu dê dest bi Nobeta Wîjdan û Edaletê bike û parlementerên wê dê hefteyekê li Stenbolê bimînin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP dê heya meha Îlonê nobetê li bajarên wek Stenbol,Wan û Îzmîrê berdewam bike û piştre jî bi mîtîngên girseyî bi dawî bike.