Bûyerpress
Artêşa Turkyê duh Yekşemê derbasî nava erdên Kantona Kobanê bû û hêza xwe ya leşkerî li wir bi cih kir.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên xwecihî, Artêşa Turkyê demjimêr 7.30 êvarê de derbasî nava erdên gundên Siftekê û Bobenê yên rojavayê bajarê Kobanê bûne.
Ji aliyê xwe ve hêzên YPG′ê hişyarî dane artêşa Turkyê ku eger ji herêmê dernekevin, dê şer di navbera wan de rû bide.