Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, hêzên HSD’ê derbasî taxa Elnehda bûn, ku dikeve bakûrê rojavayê bajarê Reqayê.
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed li ser rûpela xwe ragihand ku hêzên HSD’ê îro sibehê derbasî taxa Elnehda bûne û di heman taxê de Mesakin Idixar kontrol kirine.
Li gorî ku Şêx Ehmed ragihand, ji encama şer û pevçûnan 13 çekdarên DA’İŞê hatine kuştin û 5 çekdar jî dîl hatine girtin.
Di heman demê de li taxên Rewda, Reqaya Kevin, Hişam bin Ebdulmelik, Nezlit Şehade, Dereyê û ElBerîd şer berdewam e.