Bûyerpress
Der barê rûnivîsa Îtilafa Sûrî ku hildabû ji Encumena Ewlehî re û gotibû YPG’ê terrorîst e, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryê ENKS’ê daxuyaniyek belav kir û tê de nerazîbûna xwe ji helwesta Îtilafê re diyar kir.
Her wiha di daxuyaniya ENKS’ê de hat ku ev biryar ji bêyî wan hatiye belavkirin û ji Îtîlafê xwest ku rêzê ji hemî pêkhateyên di hundir Îtilafê de bigire.
Ji aliyê xwe ve Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîdê Hecî Dewrîş peyamek ji Serokê Komîteya Qanûnî di Îtilafê de Heysem Elmalih re nihart û tê de helwesta wan şermezar kir û YPG’ê wekî hêzeke niştimanperwer bi nav kir.