Bûyerpress
Gerînendeya Sûtemeniyê li Kantona Cizîrê biryarnameyek belav kir, tê de nirxê lîtreya mazotê ji bo erebeyên mezin û navincî hat bilindkirin, ku bû bi 60 L.S.
Di biryarnemeyê de hişyarî ji bo çend benzînxaneyên Kantona Cizîrê hat dayîn ku bi 60 L.S mazotê bifşroşin: kemyonên mezin, erebeyên bisarinc, Îsozo, Honday Enter, ji meqle’an re û polmanên derveyî kantonê.
Bezînxaneyên ku biryar ji bo derketîn ev in:
Benzînxaneya Nametiyê_Qamişlo
Benzînxaneya Diwelî ya li ser rêya Girbawî_Diwelî
Benzînxaneya Şêxmûs Berekat_Girkê Legê
Benzînxaneya Ewaşîr Rewabî_Mebrûka
Benzînxaneya Elselam Mişêrfa_Hesekê