Bûyerpress
Şaristaniya Sînê (Çîn), ji zengîntirîn şaristaniyên cîhanê ye, paşxane û mîratekî xwe yê gewre di hemî zanist û huneran de heye.
Lê bi domana lêkolînan re, hin tiştên veşartî û ne li ber çav ku di jiyana Sîniyan de cih digirin, diyar bûn.
Ji wan jî em ê 6 tiştên seyr û sosret ji we re rêz bikin:
1_Qaz Asayîş e
Li hin deverên Sînê, ji dêvla ku kûçikên polîsê bên bikaranîn, navendên polîsan qazan di muheme û sitûbariyan de bi kar tînin, ji ber ku cûreyekî qazan li nik wan heye gelekî dirinde ye û çavên wan zêde xurt in.
2_Festîvala Xwarina Guştê Kûçikan
Kêfa Sîniyan gelekî ji xwarina goştê kûçikan re tê, ji ber ku Sînî bawer dikin ku xwarina goştê kûçik bextewarî ye û hêza mirov jî xurt dike.
3_ 35 Melyon Çînî…Di Şikeftan de Dijîn
Li gorî lêkolînerên Sînî, hîn jî planeke dewletê tune ye ku van welatiyan ji şikeftan derxînin.
4_ Kevokên Peyamnihêr
Ta roja îro jî, Artêşa Sînî kevokan ji bo rêkirina peyaman bi kar tînin.
5_ Rêyeke Taybet ji bo Bengiyên Telefonan
Ji ber ku bikaranîna telefonê di cadeyan de gelek qezayan bi xwe re tîne, Hikûmeta Sînî li ser redîfan rêyeke taybet ji bo wan kesan veqetandiye ku bi berdewamî telefonê bi kar tînin.
6_Hevjîniya bi Miriyan re
Jin û mêrên Sînî dikarin bi awayekî qanûnî bi miriyan re bizewicin, ev jî kevneşopiyeke gelê Sînî ye.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan
Jêder: Radyoya BBC