Bûyerpress_Hawar
Cîgirê Fermandarê Hevpeymana Navneteweyî ya Dijî DA’IŞ`ê Robert Jones, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re, dicive.
Robert Jones tevî şandeyeke pisporên leşkerî, ji bo şopandina rewşa dawî ya bajar û çawaniya xizmeta bajar piştî rizgarkirina wê ji aliyê HSD`ê ve, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê li bajaroka Eyn Îsa, dicive.
Li gorî agahiyan ku hatin girtin, di civînê de wê kordîneya di navbera Meclîsa Sivîl a Reqayê û Hevpeymana Navneteweyî û derfetên ku ji bo bajar werin pêşkeşkirin, werê nîqaşkirin.