Bûyerpress
Piştî 48 rojan ji destpêbûna Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê 45% ji rûbera bajarê Reqayê kontrol kiriye.
Berdevka Odeya Operasyonên Helmeta Hêrsa Firatê Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyeke xwe de ji dezgehên ragihandinê re da zanîn ku 45% ji bajarê Reqayê hatiye Kontrolkirin.
Şêx Ehmed her wiha got ku hêzên wan di hundirê bajêr de 8 tax rizgar kirine, û li 6 taxên din jî şer berdewam e.