Şano.. yek ji kevintrîn hunerên heyî ye, lewra ji mêj ve wekî bavê huneran tê binavkirin.
Huner bi koka xwe vedigere dema Ixrîq û Romaniyan, û ji wê hingê ve, şano weke wêjeyeke girêdayî bi jiyan û civakê ve her berdewam e, lê pirsa ku tê ser zimên ew e, gelo çima şano çêbû?
Çima civak tev pê ve girêdayî ye?
Şano ji dayîk bû da ku xem, êş, azar, her wiha hêvî û omîdên civakê bîne zimên, ango bi gotineke rastir şano hat vedîtin da ku zimanê civakê be û nerînên wê der bibirîne.
Gelê Kurd jî yek ji gelên cîhanê yên kevnare, ku şano nas kir û bi pêşxistina wê mijûl bû, û ji ber ku ew dilbijokê aştî û azadiyê ye, û sitem û zordestî çêjandiye, gelê Kurd şano weke alavêrkekê ji bo vegotina raman û nêrînên xwe bi kar anî, û bi lêgerina li têkiliyên di navbera şanoya Kurd û civaka Kurdî de, em ê bigihên ku şanoya Kurdî di deh salên çûyî de gavin bi pêş ve avêtine, û ji qalikê şanîdana tenê di çalakiyên neteweyî de derketiye, ku em îroj dibînin şanogeriyên kurd li ser textê şanîdanê yên giştî tê şanîdan, û tevlî fistîvalan jî dibin, dêmek Kurd hunerê wekî derfetekê ji bo vegotina xem, êş, azar, û hêviyên xwe bi kar tînin.
Ji nav huneran, şano bi girêdana xwe ya xurt bi behremendiyê ve navdar e, ji ber ku ew hestê avakirina civakê û welat dide lîstikvanê xwe, û derfetê ji bo sererastkirina civakê û dirustkirina berdest dike, her wiha roniyê davêje ser kêşe û babetên civakê, û bi rêya hunerê ji wan re li çareseriyê digere.