Bûyerpress
Artêşa Turkyê û komikên girêdayî wê gundên Semûqa, Til Midyeq û Qol Sirûç ên herêma Şahbayê topbaran dikin.
Li gorî ku dezgehên ragihandina xwecihî diyar kirin, Artêşa Turkyê ku li herêmên Mar’i û Til Malid bi cih dibin, careke din dest bi topbarana gundên Semûqa, Til Midyeq û Qol Sirûç ên herêmên Şahbayê, kir.
Hêjayî gotinê ye ku ta aniha ew topbaran didome.