Bûyerpress-Dengê Emerîka
Wezareta Berevanî ya Emerîka diyar kir ku ji ber ku Ajansa Anadol nexşeya baregehên Emerîka yên li bakurê Sûrîyê weşandiye, fikarên wan yên ser Tirkîyê pirtir bûne.
Ajansa fermî ya Turkyê, nexşeya 10 qerargehên leşkerên Emerîkî yên li herêma di destê Kurdan de weşandibû.
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku karbidestên leşkeriya Emerîkî, hîn jêdera ku nexşe ragihandiye nedîtiye, lê agahiya ser cihên baregehan girîng e û weşandina wê hêzên Emerîka dixe metirsîyê.
Karbidestên Pentagonê red kir ku naveroka nexşeyê piştrast bikin.