Bûyerpress
Piştî şer û pevçûnên dijwar ên li başûrê bajarê Reqayê, hêzên HSD’ê Mesakin Miwezefîn- Mesakin El-hemra- ku di hindurê taxa Nezlet Elşhadê de ne kontrol kirin.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê li pirî taxên dorhêla bajêr, di navbera HSD’ê û DA’İŞ’ê de şer berdewam e, û li eniya rojavayê bajêr hêzên HSD’ê bi pêş ve çûne û embareke cebilxaneya çekan jî desteser kiriye.
Herî dawî jî fermandarên HSD’ê ragihandibûn ku 30% ji bajarê Reqayê hatiye kontrolkirin.