Xoşman Qado
Kiro law hew herin û werin, we ev der giş gemar kir, herin biqeştin ji xwe re li derve bilîzin, axx…xwezî ev her du rojan jî hûn çûbanan dibistanê.
Bi vî awayî Dê dikir birebir, kirasê xwe jî hilda bû newqa xwe û xistibû ber wî benê ku lê girêda bû, destek xwarin çêdikir û destek kinc li ser têlan radixist.
Di wê cadê de xaniyan pala xwe dabûn hev û sîka xwe di bin lingên zarokan de rast dikirin, ji nişka ve deriyek ji zikê xaniyekî vedibû, ew û birayê wî yê jê biçûktir bilez jê derdiketin û dengê hewşê bi dû xwe ve dikşandin derve ta tevlî wan zarokan dibûn.
Gok li bin guhê dîwar diket û di nav wan de winda dibû, du zarokan xeber ji hev re didan û hinkan jî qerfên xwe bi kincên hev dikirin, wilo qerebalixa cadê xwe di hundirê zarokan de belav dikir.
Yekî ji wan xwe qeherand, kumê xwe xist destê xwe, û bilez berî da malê, û yekî din dikir û nedikir nikarî bû qeytanê sola xwe girêdaba….
Nanek li hev pêçabû û di destê xwe de zeft kiribû, kum li ser serê xwe rast dikir û bazdida nav zarokan û bihna ava Bacana li ber pozê zarokan dixist, wan zarokan jî di bin çavan re li destê wî dinêrîn bê çawa wî nanî dixe devê xwe, û gepek jê qut dikir.
Li birayê xwe..li zarokan nêrî û hêdî xwe vedizî û çû malê, rasterast berê xwe da avsarê vekir û destê xwe dixist kîsekî, mozek jê derdixist û bilez bazdida derve, dît ku zarokan dest bi lîskê kirine, moza xwe xist destê birayê xwe û xwe berda lîstikê.
Birayê wî bikêf bang wî kir:
-Ez ji xwe re qetekê bixum.
Birayê wî di cihê xwe de rawestiya û jê re got:
-Naaaa..,
kêlîkekê ma û paş re jê re got:
-Ji xwe re mijekê lêx.