Helîm Yûsiv
Nivîsandin mîna şitlekê ye, gava ku di nav axeke baş de bê çandin û seqayeke xweş jê re bê peydakirin, wê ew şitil roj bi roj şîn bibe, bibuşkive û mezin bibe. Wisa jî di hemû astan de nivîsandin dikare ji nivîskarekî re bibe sermiyanekî mezin. Ji asta civakî bigre ku dikare bibe kesayetiyeke berbiçav û bi bandor, hetanî bi asta aborî, ku nivîskarek neçar namîne rojê bi kêmanî heyşt seetan ji dema xwe ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe winda bike. Wisa hetanî di asta siyasî de karibe bi nivîsên xwe bandorekê li “raya giştî” ya miletê xwe bike û bi helwestên xwe rolekê di nav xelkên xwe de bilîze.
Lê, eger ev şitla serhişk ku navê wê nivîsandin e li axeke ne li gorî wê û li beyabanekê an çoleke repinî bê çandin, ku diktatoran erd û ezman lê hişk kirine, wê gavê wê nivîsandin bibe bar, an jî bibe kêra di pişta xwediyê xwe de çikandî. Bi vî awayî wê nivîsandin jî yan bibe liçepikxistineke vala û pesindaneke erzan û wê xwediyê xwe ji binçavkirin, lêpirsîn, girtin û bidarvekirinê rizgar bike. lê ewê bibe nivîsandineke bê giyan û rola xwe ya zanistî û ronakbîrî winda bike. Wisa jî wê qirika nivîskêr ji benên darbendên diktatorên biçûk û mezin dûr bimîne. Ji ber ku mekîneya diktatorê mezin dikare bi hezaran diktatorên biçûçik ku jê xerabtirin, çêbike. Nivîsandin jî, weku encam, dibe kirineke mîna xwekuştinê, ku yan nivîskar dikuje yan jî wî davêje nav gerîneka şopandinê, girtinê û kuştineke sipî û ji bilî xwekuştinê yan bêdengiyê, tenê riya derbiderî û xerîbiyê li ber wî vekirî dihêle.
Di rewşeke weha de, berevajî nirxên giyanî yên mîna azadî û rûmetê ku di siya diktatoran de diçilmisin û dirizin, nivîsandin taybetiya xwe diparêze û hemû kirêtiya ku diktator li pey xwe dihêlin dikare bibe mijara berhemên astbilind yên wêje û hunerê. Li van cihên weha ku asta mirov dadikeve pileya herî nizim, nivîsandin dikare bilind bibe ber bi asta xwe ya herî bilind ve. Ji xwe raz û hêza nivîsandinê di hundirê wê de bi xwe ye, ji ber vê ne ti zordar, ne ti diktator û ne jî ti hêz li ser rûyê erdê dikare bibe kelem di riya herikandina pêlên tîpan ber bi rûpelên sipî ve û rê li ber derbaskirina sînorên zimanan û yên dewlet û welatan bigre. Li Sûriya berî adara 2011ê û bi dirêjbûna nîv sedsalê, rewş bi awayekî din bû. Danûstendinên li ser nûjeniyê, modernîzmê û postmodernizmê, di nav nivîskaran de, li dar bûn. Ji hemuyan weye ku êdî wê ev rewş heta hetayê bidome, lê meselê çend mehan li ber xwe neda û stûnên vê rewşê hejhijîn û hatin xwarê. Bi taybetî di qada nivîskariyê de û li ba kesên ku bi mijarên çand û hunerê ve mijûl in, bi carekê re maske hatin xwarê û erda bin lingên her kesî ji wan hejiya.
Hêdî hêdî nivîskarê ku bi mijarên nûjeniyê ve mijûlbû vegeriya ber bi sînorê tayîfe û mezhebê xwe ve, nivîskarê bi mijarên gerdûnî ve mijûlin vegeriyan ber bi sînorên eşîre û êla xwe ve û bi hemû hêza xwe dest bi parastina êla xwe dijî şer û pevçûnên êlên din kir. Wisa jî ramangir û şîrovekarê markisî, ala (La îlaha illa Ellah) hilgirt û bi çakûçê xwe dest bi hilweşandina serê dîroka xwe kir û dasa xwe ya sor jî diyarî serokê yekîneyeke çekdarên sunî kir, da ku serê gawirên „Nesîrî“ bifirîne. Herweha kirasê ramanên nûjen, yên ku çavên wan li hilweşandina pîroziyan bû, zîvar zîvarî bû. Li bin wî kirasî laşekî lawaz, hejhijî û jihevketî hate xuyakirin, ku dixwaze xwe bi lihêfa mezheb û êlê bipêçe û hezar welatî bike qurbana sînorên êla xwe ya pîroz.
Bi vî awayî xinizî an xiyanet bû xala hevbeş ya di navbera hemuyan de. Yê ku bi yekîneyên çekdar re xayîn e, yê ku bi rêjîmê re xayîn e, yê ku bêdeng bimîne xayîn e, yê ku dijî her kesî be xayîn e, yê bê helwest be xayîn e, Yê ku li kêleka miletê xwe û di nav xelkên xwe de li ber xwe bide xayîn e, jixwe yê ku ji meydanan jî bireve ew xayîn e. Wekî ku me ji nişkê ve û piştî pêncî salî ji nivîsandinê, keşif kiribe ku nivîskarên me tenê komeke xayînane ye. Deng ji hêla kesên ku li kêleka çekdaran û şoreşê sekinîne, Wisa jî dengvedana van dîtinan li aliyê din, ku weku aliyê rêjîmê tê hesibandin, olan dide, ku heman hevok tê dubarekirin. „Evana komeke xayîn in“.
Zindiyên herdu aliyan xayîn in û miriyên her du aliyan şehîdên mezin in.
Niha ez van gotinan rêz dikim, dê hinek min jî, ji ber ku ez ne li her du hêlan im, bi xiyanetê tawanbar bikin, ku ev helwesta „ne li dij û ne pê re“ di dema şoreşan de helwesteke xayînan bi xwe ye. Di encamê de, ev dîmenê trajekomedî yê li holê encama sereke ya xerakirina giyanê mirovane ku ev pêncî sal in li welatekî ku hem nirxên wî yên giyanî û hem jî avahiyên wî yên bilind bi ser serê xelkên wî welatî de têne hilweşandin.
Eger rabûna perdeya li ser van kavilan û vê xerakirina giyanî û çandî ya ku em tê de dijîn hewcedarî çend mehan bû, gelo rastkirin û çêkirin û avakirina van avahiyên hilweşiyayî, wê hewcedarî çiqase dem be? Gelo wê karibin ji nû ve bêne avakirin jî?. Ev jî pirseke wisa ye ku pala xwe dide êşê û di nav mij û dûmanê de kûr û dûr diçe.