Bûyerpress
Rojnameya Waşinton Post duh Çarşemê ragihand ku Saloxgeriya Navendî ya Emerîk (CIA) palpiştiya xwe ji bo komikên çekdar ên Rikberiya Sûrî rawestand.
Rojnameya navborî li ser zarê karbidestên Emerîkî got ku bernameya piştgîriya Rikberiya Sûrî ku berî 4 salan dest pê bûbû, bi tenê bandoreke wê ya sînordar hebû.
Waşinton Post ragihand ku ji beriya mehekê, dema ku Serokê Emerîka Donald Trump hevdîtinek li gel Birêvebirê CIA Mayk Bombyo pêk anî, wê demê Trump biryar da ku piştgîriya Rikberiya Sûrî raweste.