Bûyerpress_Dengê Emerîka
Emerîka rapora xwe ya salane ya têkoşîna li dijî terorê eşkere kir. Li gor rapora ku Wezareta Derve weşandiye, welatê ku herî zêde piştgirîya terorê dike Îran e.
Rapora Emerîka diyar dike ku Îran piştgirîyeke xurt dide rêxistinên terorî yên li dijî Îsrayîlê û bi alîkarîya hin rêxistinên din jî şerê li Îraq, Sûrî û Yemenê gurtir dike.
Di raporê de, ji bilî Îranê, Sûrî û Sûdan jî di nav welatên ku piştgirîyê didin terorê de hatine nivîsandin.