Bûyerpress_Amûdê
Ibrahîm Elxelîl ku nişteciyê bajarê Amûdê ye, ji darên Efrîqî xaçek çêkir û diyarî Dêra “Mar İlyas Elhey” ya li bajarê Amûdê kir.
Xelîlê ku karê dîkoran dike got ku” Piştî ku ev dêr ji nû ve hat çakirin, û piştî 40 salan careke din vebû, min xwest ez vî xaçî çêkim û diyarî dêrê bikim”
Dêra “Mar İlyas Elhey” ji kevintirîn dêrên deverê ye, di sala 1927’an de hatiye avakirin.
Biryar pê heye ku îro Pêncşemê were vekirin.