Bûyerpress
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, ji bo çalakkirina bê merc a Parlamentoya Kurdistanê PDKê bi fermî daxwaza civînê ji Tevgera Goran kiriye û amadebûna xwe nîşan daye. Derbarê dengvedanên li hember referandumê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Bertekên navdewletî û herêmî yên der barê referandumê de asayî ne.”
Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî gotiye, ku hewlên aliyên siyasî bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê berdewam in.












































