Bûyerpress_Dengê Emerîka
Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku darizandina li Turkîyê, di bin kontrola Partiya AKP’ê de ye û tu kes bi awayekî adil nayê darizandin, anku dadgehkirin.
Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an ve li Zindana Edîrnê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe pirsên Reuters’ê bi nivîskî bersivandin.
Demîrtaş wiha bersiv dabû”Îro ro darizandina li Turkyê bi temamî di bin kontrol û zordestîya AKP’ê de ye. Bo darizandina adil tu hêvî û guman tune ye. Mekanîzmaya darizandinê li gor berjewendîyên AKP’ê dizivire”.