Bûyerpress
Şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD′ê li taxa Hîşam Ebdulmelik, 6 malbatên din rizgar kirin.
Ji Reqayê hate ragihand ku şervanên HSD′ê di pêşveçûna xwe ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajêr, 6 malbatên din rizgar kirin û gihandin cihên bi ewle.
Hêjayî gotinê ku bi sedan ji malbatên di Reqayê de asê mabûn, hatin rizgarkirin û her tim HSD’ê bang li sivîlan dike ku ji cihên bişer dûr bikevin.