Bûyerpress
Li taxa Elberîd a bajarê Reqayê ku ji hêla HSD’ê ve hatibû kontrolkirin, duh bi şev çekdarên rêxistina DA’İŞ’ê careke din êrîşî wê taxê kir, ji vê yekê şer û pevçûnên giran rû dan.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, piştî domana 5 se’etan ji şerekî giran li taxa navborî, hêzên HSD’ê karîn wê êrîşî têk bibin, û ji encamê 17 çekdarên DA’İŞ’ê hatin kuştin.
Di heman demê de li taxên Nezlet Elşehade, Hişam Ebdulmelek û Taxa Kevin jî şer berdewam e.