Ferîd Mîtan
Ez ê tu caran nebim şîretkar û rêzanê tu kesî, lê carinan ku tu gotara xwe raber nekî; ew hizir û raman di gewriya te de dibin gilok û dikin bipeqin.
Xwenasnekirin , û ji alîyekî ve nihartina li xwe û li derdorê bi nerîneke vajî, bi serê xwe bobelat e.
Bi çi rengî be bila bibe, lê her kes dixwaze ku bibe serwer û rehber.
Tiştekî xweş e ku mirov di biwara pîşeyekê de pispor û birêvebir be, lê em dixwazin ku di hemî babetan de beloqîya me li dar be.
Ev hewes û hezkirina mezinahiyê, dihêlin ku kaniyên dilovaniyê li nik mirovî biçikin. Heman hewes û arezû, destên alîkarî û xêrxwazîyê bi şûrekî tûj dibirin.
Dostino! Felaketa herî mezin ew e ku mirov vir û derewan li xwe bike, dogtin ku “Benê derewan kurt e”, lê nizanim! Dibe ku benê îro lastîkî be û her diçe bêhtir vedizile.
Em ê bibêjin ku rexne navgîna lipêşxistina kesayet û karan e, lê dema ku rexneyek li me tê kirin ew qas em hêrs dibin û di nava xwe de ditengijin, ji ber em derewan li xwe dikin û dibêjin ku em tu caran şaş nebûne û ne jî em ê şaş bibin.
Ji bo ku mirovek heyîn û mezinbûna xwe nîşan bide, dikare di civatekê de bi mebesta qencîyê bi sedhezaran pere ji bo projeyeke alîkarîyê bide , lê ew mirov dê goreya bavê xwe ya pînekirî û destmala dêya xwe ya rizyayî nû neke; ev jî dereweke mezin e.
Nakokîyeke mezin jî li rex me heye, em ê helmetên geşkirin û lipêşxistina mirovan bidin destpêkirin; di heman demê de em xwe bi xwe şerê karîn û imkanên hev û din dikin, da ku yek ji me pê li sukra yê din bike ku bêhtir bilind bibe.
Nayê bîra min ku mirovekî bazirgan pesnê hevalekî xwe yê bazirgan daye.
Min nedîtiye ku zêrfiroşek ji hevpîşeyê xwe hez kiriye.
Bijîşkên me ku karê wan qaşo karekî exlaqî û mirovî ye, bijîşkek dikare bihêle ku nexweşê wî di êşa xwe de bêhiş û pûç bibe, lê ew ê berê nexweşê xwe nede hevrikê xwe yê pispor ku çareya nexweşiyê li balê peyda dibe; ka exlaq û mirovahî man li kû?
Baş e ku mirov hezkerê zanînê be, lê ne ku tu hevalê xwe reş bikî ta ku tu bibî zana.
Em ê her li pê evê hewes û dînîtiya xwe bin, pê re jî kîn û zikreşiya me dê ber bi zêdebûnê ve her biçe.
Rewşenbîr û rojnamegêr ku her tim xwe wekî neynika êş, jan û xwestekên civakê dihesibînin, bawer nakim ku tu li nik me rojnamegerekê yan jî rewşenbîrekî ku bi 4 hevpîşeyên xwe re diaxive û li hev in bibînî, zehmet peyda bibe.
Ma ez ê çi bêjim û çi nebêjim…
Ma ew qas kêfa me tê dema em şaşîtiya hevalekî dibînin, da ku em çend rojan civata xwe bi çîroka şaşîtiya wî bigerînin.
Ma ew qas em dizanin nav û dengên hev û din reş bikin û dema ku hevrikê me dikeve û têk diçe, ew qas canê me bi çêja serkeftinê xweş dibe.
Em ê her timî di vê rêya mezinahî û quretiyê de berdewam bin. Em ê xwe nas nekin, tişta li cem xwe nas nekin, karîn û derfetên xwe nas nekin û ne jî derdora xwe nas bikin.
Berê gotine ku “Qencî ji te neyê, xirabiyê jî neke”, lê mixabin her çi qas derfetên kirina qencî û başîyan li bal me tevan peyda dibin jî, lê em di taristana xirabiyê de bêfihêt û gawir bûne.