Bûyerpress
Rojnameya Elmark ya Ispanî ragihand ku tîma Parîs San Cêrman a Firensî amadebaşiyên xwe dike, da ku lîstikvanê Berazîlî Nîmar Da Sîlva bi nirxekî bilind ji pereyan tevlî tîma xwe bike.
Rojnameya navborî diyar kir ku tîma San Cêrman amade ye ji bo ku 222 melyon Yoroyan ji bo bidestxistina Nîmar bide.
Her wiha rojnameyê da zanîn ku dê girêbesta Nîmar li ser 5 salan û bi 30 melyon Yoro wekî mûçeyê salane were girêdan.