Bûyerpress
Li gundê Dêrna Qulingan ku li devera Aliyan a Kantona Cizîrê ye, 3 kaniyên avê yên kevnar hene, û aniha şêniyên gund dest bi çakirin û ciwankirina wan kaniyan dikin.
Li gorî raporeke ajansa Hawarê, sê kaniyên li gund bi navên: Kaniya Zilaman, Kaniya Jinan û Kaniya Al Reşa ne.
Aniha şêniyên gund Kaniya Al Reşa çak û ciwan kirine, û dibêjin ku ew ê her du kaniyên din jî ciwan bikin da ku gundê wan bibe şûnwarek ji bo geştyaran.