Bûyerpress
Piştî du rojan ji detpêbûna civîna şêwirdarî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanî, duh Yekşemê li bajarê Silêmaniyê ew civîn bi dawî hat û daxuyaniyek ji aliyê KNK’ê ve hat dayîn.
Di daxuyaniya KNK’ê de 10 bend hatin destnîşnankirin, û di wan bendan de hat ku dê KNK’ê xebata xwe di çarçoveyeke sînordar de neke.
Her wiha di daxuyaniyê de, KNK’ê bang li hemî rewşenbîr, olzan û çalakvanan kir ku ji bo yekîtiyeke niştimanî bixebitin.