Narîn Omer
SITÊRNAME 1
Dîroka me bi kesên afrêner û ciyawaz, di hemî zeviyên jiyanê û bexçên wê de zengîn e, ji ber ku ji wan huner çiqilekî herî girîng e, em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînn, lê mixabin ew di reştariya windabûnê de veşartî mane, nemaze yên jin, ez bi hêvî me ku bikaribim çirûskên ronahiyê li ser wan vedim.
Gula Ermenî, yan Gula Keşe, di sedsala nozdehan de yek ji wan dengbêj û hunermendên bi ciwaniya xwe, û bi deng û nazikiya hestan ciyawaz û navdar e, nemaze gava ku navê wê bi navê dengbêjê navdar “Evdalê Zeynikê” ve hate girêdan.
Çîroka wê û Evdal:
Du çîrok li ser evîniya wan hene: Dibêjin Evdal li gundê Gulê ahenga zemawenda malbatekê li dar dixist, û ji nişka ve çavên wî bi Gulê dikevin, û dilê wî bi çavan re semadar dibe û berê xwe dide xwediyê ahingê û wiha diaxive: “Ez hatim li ba we saxlim, nûşîncan û hişmend; dema çavên min bi vê keçikê ketin ez bero cîhaneke dî ve şopandim, bi Xweda ez ji vir naçim eger tu wê ji min re nexwazî”.
Malbat daxwzê qedexe dike, lê Evdal bêzar namîne, wî zanîbû ew ê bi dengê xwe yê ku çiya dihejîne wê bikaribe derbasî dil û hişê wê bibe. Daxwaza wî bi cih tê dema ew û Gulê di şevbiwêrka bi nav û deng de li hev dicivin û distirînin, Gulê ji dil û can jê hiz dike û şahiya şûkirina wan li hemî hêlên Kurdan deng dide.
“ev çîrok di Romana nivîser û romannivîs Mihemedê Ozon de hatiya gotin”.
Çîroka didwan, dibêje ku Gulê jî hizkirina xwe ji Evdal re eşkere dike, û jê dixwaze ku ew bibe hevjîna wî, lê Evdal qebûl nake, ji ber ku ew hevjîndar bû, yan jî Gul ne ji ola wî bû, yan jî malbata Gulê erê nekir, çimko ew xwedî jin bû û ne ji ola wan bû.
Çîrok çawa tê gotin, a girîng ew e ku navê wan di dîroka çanda Kurdan de hatiye xemilandin, û çîroka evîniya wan weku du evîndarên yek can û yek dil hatiye nîşandan.
Dibêjin ku Gulê jineke rind, zanyar û vîndar bû, lewma ew cihê rêz û rûmetê bû di civaka gel de. Tevlî van tiştan hestnazik û peyvxweş bû. Dengê wê mîna solafên Kurdistanê zelal û bi pêl bû, û karîbû bi demjimêran dengbêjiyê berdewam bike, lewra dema ku Evdal tu kes ji dengbêjên ku li hember wî rawestin û bistirînin nedît, Gulê ev yek kir, sê roj û sisê şevan, û hin dibêjin heft roj û heft şevan li pey hev li beramber Evdal sitrand.
Zayîna Gulê: Bi rastî tu zanyariyên durist li ser rojbûn û koça wê ya dawî bi dest min neketin, lê rêzdar Mihemedê Ozon dibêje: “Dema wê û Evdal hev dû nas kir, ew pazdehsalî bû û Evdal sihsalî bû”
Eger Evdal di navbera “1913-1800” jiyaye, helbet Gulê jî di sedsala 19’an de jiyaye û çûye li ser dilovaniya xwe, ji ber tu zanyariyên nîn in ku ew jî temenen dirêj bû.
Ew ji gundê “Xamûrê” bû.
Gula Ermenî, tevlî ku ew ne Kurd bû jî, dimîne finda hunera Kurdî, lê evînî dikare hemî tiştan vajî hev bike, û ji nemanê çiraxên hebûnê vede û ronî bike.
Silav û aramî li giyanê wê Gula jinên kurdan.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017