Bûyerpress
Topbarana Artêşa Turkyê ji bajarê Ezazê li ser navçeyên Kantona Efrînê berdewam e, û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Dezgehên ragihandinê yên xwecihî ragihandin ku ji encama topbarana Artêşa Turkyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû, her wiha agir bi erdên çandiniyê ket û ziyan gihîşte berheman.